
Ne Hewce
Desmala sipî û gewre
Li ser zendê te yarê
Ne hewce kilê çava
Ji bo çavê xezalê
Bêhna misk û emberê
Ji gerdana delalê
Ne hewce ye lewentê
Bikim bo te dîyarî
Qedexe ye navê te
Bînim ser zimanê xwe
Nava dost û hevala
Şerme bêm evîna xwe
Hatme mala wê canê
Bi mêvanî delalê
Strana bi rêz dikim
Bikim bo te dîyarî
Tu nazik û nazenîn
Ev dîlbera lhev hatî
Îro lmalamin mêvan
Ser ser û çavêm hatî
Şahî ket mala mine
Dilêm ji te hezkirî
Hezkirna dilê delal
Dikim bo te dîyarî