Kasım Taşdoğan – Nav Şêrîna Min Şarkı Sözleri

Kasım Taşdoğan – Nav Şêrîna Min Şarkı Sözleri

Nav Şêrîna Min

Tu hatî navşêrîna min
Evîn û xemrevîna min
Were xweşke birîna min

Bi xemla xwe tu wek Zîn î
Şepal û şeng û şêrîn î
Ji dozê ra tu durbîn î

Bi dildara xwe pir rind î
Bi rûheyv û şekerxendî
Di vê rê da hunermend î

Ji min can û ceger kuştin
Dil û mêlak hemî mijtin
Tijî tîr û ber û xiştin
Bese ev jîna berbatî

Bese ey dilber û gawir
Nebarîne li min awir
Te can û dil kirin agir

Xerabatim li vê meyxanê
Me mey da Ehmedê Xanê
Cizirê te kirî fincanê
Ji kûp û kûzkên Batê

Hezar û sed evîndar in
Di vê rê da birîndar in
Bi qêrîn û bi hawar in

Cegerxwîn bes bike forta
Te dil da ber şûv û rota
Tu pîr î lê wekî xorta
Bi xwe kohê Ereratê