
Gotinên Stranê / Şarkı Sözleri
Tu sebrirî ji dilê min re
Tu ronahî yî ji çavê min re
Tu dermanî ji derdê min re
Sitranî ji zimanê min re
Ay lê gulê, gula minî
Şevên tarî xewna minî
Rojê de roniya minî
Tu nebî, ezê çi bikim gulê
Tu bihar û havîna minî
Tu payiz û barana minî
Ez wenda bûm, tu rêya minî
Agirê dilê min tu yî gulê
Ay lê gulê, gula minî
Şevên tarî xewna minî
Rojê de roniya minî
Tu nebî, ezê çi bikim gulê